Operasyona dijî PKK/KCKê: li Adanayê da 13 gumanbar hatin binçavkirin

Li Adanayê di operasyona dijî sazûmana ciwaniyê ya PKK/KCKya rêxistina terorê da 13 gumanbar hatin binçavkirin

Operasyona dijî PKK/KCKê: li Adanayê da 13 gumanbar hatin binçavkirin

Di operasyona dijî sazûmana ciwaniyê ya PKK/KCKya rêxistina terorê da 13 gumanbar hatin binçavkirin.

Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li hemberî sazûmana ciwaniyê ya PKK/KCKê dest bi xebatê kir.

Xebatkarên ewlehiyê piştî berhevkirina delîl û agahiyan ji bo tesbîtkirinê gumanbar şopandin û navnîşanên wan kifş kirin.

Hêzên ewlehiyê ji bo 13 kesên der barê wan da biryara binçavkirinê heye biqefêlin di tavzerga sibehê da bi hevdemî girtin ser navnîşanên gumanbaran.

Di operasyona hêzên ewlehiya taybet jî beşdar bû da 13 gumanbar hatin qefaltin.

Hat îdiakirin ku gumanbarên hatin binçavkirin di bin banê Meclisa Ciwaniyê ya Partiya Demokrat a Gelan (HDP) da li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên sazûmana ciwaniyê ya PKK/KCKê kar û bar dikirin. Li ser dîwaran nivîsên ku pesnê rêxistin û serkêşê rêxistinê dide nivîsandine û agir berî markêtekî dane û şewitandine. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE