Operasyona dijî rêxistina sûc a Sedat Peker seroktiya wê dike

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Îstanbulê ji bo derdestkirina şikbarên li bajêr tevlî sûcan bûne xebat dan destpêkirin.

Operasyona dijî rêxistina sûc a Sedat Peker seroktiya wê dike

Navend Îstanbul li 5 bajaran operasyon birin ser rêxistina sûc a hat tesbîtkirin Sedat Peker seroktiya wê dike. Di operasyonê da ji 63 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 49 kes hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Îstanbulê ji bo derdestkirina şikbarên li bajêr tevlî sûcan bûne xebat dan destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo derdestkirina 63 şikbarên Sedat Peker jî tev li Îstanbul , Ankara, Hatay, Trabzon û Kocaeliyê operasyona hemdem birin ser 121 navnîşanî.

Di operasyonê da 49 şikbar hatin binçavkirin, li navnîşanan gelek sîlah, fîşeng û êlegên pola hatin dîtin.

Hat ragihandin ku li gor delîlên hatin bidestxistin li Sakarya û Konyayê jî operasyon birin ser hin navnîşanan.

Wekî mayîn hat gotin ku Sedat Peker li dervayê welêt e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE