Di operasyona ku İstanbul navend li 7 bajaran hat kirin da ji 40 gumanbarên tê îdiakirin ji hêla fînansê va piştevaniya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) kirine 28 kes hatin qefaltin.
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê birêva bir da ji bo 40 gumanbarên ku xebatkarên şirketên di bin banê Kaynak Holdîng a navenda fînansê ya FETOyê bû û qeyûm hatibû tayînkirin da dixebitîn, biryara binçavkirinê hat dayîn. Lewra ev 40 kes, ji bankeyên cihê kredî kişandine û dane Bank Asyayê.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Darayî ya Midûriyeta Ewlehiyê ya İstanbulê di operasyona hevdem a li İstanbul , Ankara, Îzmir, Kocaelî, Erzurum, Kirklarelî û Kahramanmaraşê li dar xistin da 28 gumanbaran binçav kirin.
Di kontrolkirinên li navnîşanên gumanbaran hat kirin da gelek belgeyên rêxistinî û amûrên dijîtal hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku ji gumanbarên firar 7 kes li derveyê welêt in û bo qefaltina 5 kesan jî xebat didome.AA