Lêpirsînên telefona ankesorî ya li dijî rêxistina terorî ya fetö’yê bênavber dewam dikin. Di lêpirsîna li fermandariya giştî ya cendirmeyan de ji bo 49 kesan qerara binçavkirinê hat dayîn. Ji wan 46 hêj li ser wezîfeyê ne.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsînê birêve dibe.
Hat tespîtkirin ku qaşo berpirsiyarên FETÖ’yê bi telefonên ankesorî li dû hev hevdîtin kirine. Ji ber vê yekê derbarê 49 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku ji wan 46 kes hêj wezîfedar in.
Di nav wan de serpelek û 48 jî binefser hene.
Kar û barên binçavkirinê jî Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Ewlekriya Enqerê birêve dibe.