Operasyona dijî sazîbûna FETOyê ya li Wezareta Edaletê

Li gor agahiyên hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne da ji bo 84 kesên hat tesbîtkirin di sazîbûna FETO/PDYyê ya li Wezareta Edaletê da xebat meşandine biryara binçavkirinê hat dayîn.

Operasyona dijî sazîbûna FETOyê ya li Wezareta Edaletê

Di operasyona dijî sazîbûna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) ya li Wezareta Edaletê da ji bo 23yê wan li ser wezîfeyê 84 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn û ji wan 50 kes hatin derdestkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne da ji bo 84 kesên hat tesbîtkirin di sazîbûna FETO/PDYyê ya li Wezareta Edaletê da xebat meşandine biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser biryarê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li 16 bajaran operasyon birin ser navnîşanên hatibûn tesbîtkirin.

Di operasyonan da hetanî vê gavê 50 şikbar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku ji bo binçavkirina şikbarên li navnîşanên xwe nehatin dîtin jî xebat dewam dikin.

Hat destnîşankirin ku di nav şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatin dayîn da katibên zebtê, karmendên parastina înfazê jî hene, 23 şikbar li ser wezîfeyê ne.>AA

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE