Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Hatay, Osmaniye û Gazîantepê bi beşdariya 1670 personelan "Operasyona Eren-8 ya Amanosan" hat destpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku ji bo PKK/KCKya rêxistina terorê bi tevahî ji rojeva welêt bê derxistin û terorîst bên berterefkirin Operasyona Eren 8ê hat destpêkirin.
Operasyon bi serokatiya Fermandariya Herêma Cendirmeyan a Edeneyê li Hatay, Osmaniye û Gazîantepê tê kirin.
Cendirmeyên qomando, cendirmeyên tevgera taybet (JOH), polêsên tevgera taybet (POH) û gundparêz 1670 personel beşdarî operasyonê bûn.
Operasyonên Erenê yên ji bo jijolêrakirina terorê tên kirin bi piştgiriya gel va bi biryarî û serkeftî dewam dikin.
AA