Operasyona Eren Zivistan-34an dest pê kir

Operasyona Eren Zivistan-34an dest pê kir

Wezareta Karên Navxweyî diyar kir li Batmanê OperasyonEren Zivistan-34 ya Çawîşê Pispor û Cendirmeyê Şehîd Cemil Turan hat destpêkirin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku ji bo PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin terorîstên li herêmê sitar bûne bên berterefkirin Operasyona Eren Zivistan-34 (Batman-Gomuk)ya Çawîşê Pispor û Cendirmeyê Şehîd Cemil Turan hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku 41 tîmên operasyonel ên ji 677 personelên Herekata Taybet a Cendirmeyan, Cendirmeyên Qomando û gundparêzan pêk tên di operasyonê da wezîfeyê dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo li nav welêt terorîst ji holê bên rakirin operasyonên 'Eren Zivistan'ê tên kirin û bi piştgiriya gel operasyon wê bi serkeftî dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE