Operasyona FETOyê ya ser xebatkarên berê yên serokwezîriyê

Ji 27 kesên ku berê li serokwezîriyê xebitîne û hat tesbîtkirin ku di nav endamên mehrem yên Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) da kar kirine 18 kes li Enqereyê hatin binaçvkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê (TEM) xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên FETOyê didomîne.

Di vê çarçoveyê da ekîbên TEMê tesbît kirin ku 27 xebatkarên serokweziriyê yên berê di nav sazîbûna mehrem a rêxistinê da xebatan dimeşînin. Ekîban operasyona hemdem bir ser navnîşanên hatibûn tesbîtkirin û 18 şikbar binçav kirin.

Hat ragihandin ku hemû şikbar xebatkarên serokweziriyê yên berê ne û hatine îxrackirin.

Xebatên ji bo derdestkirina şikbarên din hê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE