Operasyona FETOyê ya li dijî xebatkarên Fermandariya Hêzên Behrê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 27 xebatkarên Fermandariya Hêzên Behrê yên bi "îmamên mehrem" ên FETO ra ketine têkiliyê de biryara binçavkirinê da.

Operasyona FETOyê ya li dijî xebatkarên Fermandariya Hêzên Behrê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 27 xebatkarên Fermandariya Hêzên Behrê de ji ber ku bi "îmamên mehrem" ên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ra ketine têkiliyê biryara binçavkirinê da.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê hat tespîtkirin 3 albay, yarbayek, 8 bînbaşî, 12 serefser, sertegmenek û 2 astsubay, tevahî 27 şikbar bi rêya telefonên kontor û yên bi ankesor bi rêxistinê re ketine têkiliyê. Ji ber vê der barê van kesan de biryar hatiye dayîn ku ew bên binçavkirin.

Hat gotin ji şikbaran 5 kes hê li ser wezîfeya xwe ne û der barê yên din de jî lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Midûriya Ewlehiya Enqereyê li Enqere û 7 bajarên din şikbaran binçav dikin.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE