"Operasyona Kapan-2 Amanos" hat destpêkirin

Di operasyona ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî li Hatayê bi beşdariya 585 cendirme, polês û gundparêzan va hat lidarxistin da 3 sitargeh û 3 depoyên rêxistina terorê hatin tesbîtkirin, teqemeniyeke destçêkirî hat jinavbirin

"Operasyona Kapan-2 Amanos" hat destpêkirin

Li Hatayê bi destê Wezareta Karên Navxweyî "Operasyona Kapan-2 Amanos" hat destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di operasyona ku bi beşdariya qomando û tîmên tevgera taybet ên Fermandariya Cendirmeyan ê Parêzgeha Hatayê û herwiha gundparêz û tevgera taybet a polêsan va tê lidarxistin da 585 personel û 38 tîmên operasyonel peywirê tînin cih.

Ji bo berterefkirina mensûbên mayîn ên rêxistina terorê PKKyê û herwiha ji bo astengkirina sitarbûn û teqwiyekirina wan, digel şertên giran ên çiyayên asê û hewayê, operasyon bi qehremanî tê domandin.

Di operasyonê da heta niha 3 sitargeh û 3 depo hatin tesbîtkirin. Teqemeniyên destçêkirî û alavên sereke yên jiyanê ku di depoyan da hatin girtin, di cih da hatin jinavbirin.

Li deverê operasyon dewam dike.

Di daxuyaniyê da herî dawî hat balkişandin, herekata dijî terorê di hemû şertên giran ên çiyayên asê û avûhewayê da heya terorîstê dawîn were berterefkirin, dê bi piştevaniya gel û bibiryar dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE