Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku bi beşdariya 795 cendirme, polês û gundparêzan va li Batmanê "Operasyona Kapan-4 Mavayê" dan destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku opersyonên Kapanê yên hefteya çûyî ji bo têkoşîna dijî terorê li nav welêt dan destpêkirin ligel rewşa hewayê, sir û sermayê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ji bo berterefkirina terorîstên li Mavaya herêma Batmanê "Operasyona Kapan-4 Mavayê" dan destpêkirin.
Operasyon bi îdareya fermandarên Cendirmeyên Bajêr ê Batmanê û Herêma Cendirmeyên Diyarbekirê tê kirin, 795 cendirmeyên qomando, cendirmeyên herekata taybet, polêsên herekata taybet û gundparêz beşdarî operasyonê bûn.
AA