Ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va hat ragihandin ku li Şırnakê Operasyona Kapan-5 Gabarê dest pê kir.
Di daxuyaniya wezaretê weşand da hat gotin ku bi armanca berterefkirina şikeft, stargeh û terorîstên tê texmînkirin li Gabara Şırnakê hene operasyon dest pê kir û Fermandariya Lîvaya Komando Cendirme ya Çakirsogutê û Fermandariya Cendirme ya Bajêr a Sêrtê operasyonê bi rê va dibin.
Hat gotin ku di operasyonê da cendirmeyên komando, herekata taybet a cendeirme, herekata taybet a polêsan û tîmên gundparêzan jî di nav da 780 personel û 51 tîmên operasyonel cih digirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin "operasyonên Kapanê" yên bi armanca dawî li terorê bîne dest pê kirin tevlî piştevaniya gel bi biryardarî wê dewam bikin.
AA