"Operasyona Kapan-9 Karerê" hat destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Bîngolê bi 1020 cendirme, polês û gundparêzan va "Operasyona Kapan-9 Karerê" da destpêkirin

"Operasyona Kapan-9 Karerê" hat destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Bîngolê bi 1020 cendirme, polês û gundparêzan va "Operasyona Kapan-9 Karerê" da destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji bo terorîstên li herêmê bên berterefkirin, rê û dirbên wan bên girtin, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Bîngolê bi 1020 cendirmeyên qomando, cendirmeyên tevgera taybet, polêsên tevgera taybet, gundparêz û 68 tîmên operasyonê va "Operasyona Kapan-9 Karerê" dan destpêkirin.

Hat gotin "Operasyonên Kapanê" yên ku ji bo terorê ji holê rakin tên kirin, bi piştgiriya welatiyan bi awayekî serkeftî tên meşandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE