Di operasyona Kiranê de ewilî hêzên ewlehiyê li Colemêrg, Şirnex û wanê ketin pey terorîstan. Çarçoveya operasyonê hat berfirehkirin. Hêzên ewlehiyê li hin deverên din ên şirnexê, li mêrdîn û batmanê jî operasyona kiran-2yê da destpêkirin. Ji cendirme, polîs û gundparêzan 117 tîm wê piştgiriyê bidin operasyonê.
Bi piştgiriya hêzên ewlekariyê li Mêrdîn, Şirnex û Batmanê operasyona Kiran-2yê ya mezin dest pê kir.
Fermandarê Giştî yê Cendirmê Orgeneral Arîf Çetîn û Midûrê Giştî yê Ewlekariyê Mihemmed Aktaş li Mêrdînê rêberiya operasyonê dikin.
Li 3 bajaran 117 tîm piştgiriyê didin operasyonên li çolterê.
Hêzên ewlekariyê li pey terorîstan in.
Stargeh, baregeh û depoyên mûhîmmatê yên terorîstan tespît dikin.
Operasyona Kiranê ya ewil li çolterên Colemêrg, Şirnex û Wanê hatibû lidarxistin.
Rêxistina terorî di van operasyonan de derbeke giran xwar.