Operasyonên li dijî rêxistina terorî deaş’ê dewam dikin. Di operasyonên li enqere û samsunê de, ji bo 74 kesan birayara binçavkirinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di lêpirsîna faaliyetên DEAŞ’ê de ji bo 64 kesan biryara binçavkirinê da.
52 gumanbar hatin binçavkirin.
Ji bo girtina 12 kesên qeçax jî xebat dewam dikin.
Li Samsunê jî li dijî rêxistina terorî DEAŞ’ê operasyon hebû.
Li navçeyên İlkadim, Canik û Atakumê, li ser hin navnîşanên diyarkirî operasyon hat kirin.
10 kes bi îdiaya endamtiya DEAŞ’ê ; hatin binçavkirin.
Di navnîşanan de malzemeyên dîjîtal hatin dîtin.