Operasyona li dijî FETÖ’yê

Ji 47 gumanbarên binefser 35 hatin binçavkirin, 30 ji wan li ser wezîfeyê bûn...

Operasyona li dijî FETÖ’yê

Operasyonên li dijî rêxistina terorî FETÖ’yê dewam dikin. Dozgeriyê, li Enqerê 47 binefserên ku bi rêxistina terorî re di têkiliyê de ne, tespît kirin û derbarê wan de biryara binçavkirinê da.

Dozgeriya Enqerê, di lêpirsîna FETÖ’yê de tespît kir ku 47 binefserên esker bi telefonên ankesor û kontor bi rêxistina terorî re têkilî danîne. Ji wan 30 esker li Fermandariya Hêzên Bejayî wezîfedar bûn.

Dozgeriyê derbarê gumanbaran de biryara binçavkirinê da.

Li ser talîmatê, polîsan li 21 bajaran operasyon li dar xist, 35 gumanbar hatin qefaltin.

Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ji bo girtina gumanbarên din dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2019, 14:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE