Operasyona li rojhilatê firatê

Fuat Oktay: Me hemû amadehiyên xwe xilas kirin...

Operasyona li rojhilatê firatê

Alîkarê Serok Fuat Oktay got: “ji bo operasyona li rojhilatê feratê me hemû amadehiyên xwe xilas kirine. Oktay bangî Emerîkayê jî kir û got: “di têkoşîna li dijî terorê de piştgiriyê bidin me.”

Alîkarê Serok Fuat Oktay: “Dixwazin li Rojhilatê Firatê korîdoreke terorê ava bikin. Di rojeva me de xirakirina wê heye .”

Amadehiyên ji bo operasyona li Rojhilatê Feratê xilas bûn.

Alîkarê Serok Fuat Oktay, li meclisê di hevdîtinên li ser budçeyê de axivî.

Di axaftina xwe de bal kişand ku Tirkiye wê teqez hêzên terorîst ên li ser sînorê sûriyê ji holê rake.

Alîkarê Serok Fuat Oktay: “Ji bo bi riya dîplomasiyê çareser bibe çi ji destê me tê em dikin. Lêbelê heger bi vê yekê bixwazin me bixapanînin, wekî ku serokê me gotibû “em ê mecbûr bimînin ku navika xwe bi xwe bibirin. Di vî warî de me hemû amadehiyên xwe jî kirine.”

Oktay, bangî rêvebiriya Emerîkayê jî kir.

Alîkarê Serok Fuat Oktay: “Bi taybetî jî di meseleya PYD û FETÖ’yê de her ku diçe em û Emerîka ji hev dûr dibin. Em dixwazin Emerîka rêzê li ber têkoşîna me ya li dijî terorê bigire û di vî warî de piştigiriyê bide me.

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 13:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE