Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, di Operasyona Pence-Kilîtê ya ku li bakurê Iraqê hat destpêkirin da gelek muhîmatên rêxistina terorê PKKyê hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin, li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê di stargeh û şikeftên terorîstan da fealiyetên lêgerîn û kontrolê dest pê kirin û ji destpêka operasyonê heta niha 26 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat desnîşankirin ku di lêgerîn û kontrolên li herêmê da 13 hezar û 450 muhîmatên tifinga bimakîne yên 7,62 mm PKMS, 7 hezar û 890 muhîmatên tifinga piyadeyan AK-47, 2 narincok, 2 funye û 23 mayinên antîpersonel ên VS-50 hatin bidestxistin.
AA