Wezareta Parastina Neteweyî ragihand di Operasyona Pencik-Kilîtê da eskerek şehîd ket, 4 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin li herêma operasyonê eskerê bi navê Yunus Kalkan di êrîşa terorîstan a moşekê da şehîd ket, 4 esker jî birîndar bûn.
Hat gotin eskerên birîndarbûyî rakirine nexweşxaneyê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em ji bo şehîdê xwe yê ezîz yê ku em gelekî li ber ketin ji Xwedê rehmê dixwazin û serê malbata wî ya bi derd û keser, Hêzên Çekdar ên Tirk û miletê me sax be û Xwedê sebrê bide. Ji bo personelên me yên birîndar bûn jî em şifayê dixazin."
AA