Operasyona rapora astengdar a sexte: 95 binçavkirî

Li Enqereyê bi destê ekîbên şaxa darayiyê li dijî rêxistina sûcê ku hat tesbîtkirin bi rêbazên ne qanûnî rapora astengdar amade dikin, operasyon hat lidarxistin û 95 berşik hatin binçavkirin.

Operasyona rapora astengdar a sexte: 95 binçavkirî

Di operasyona dijî rêxistina sûcê ku hat tesbîtkirin bi belgeyên sexte rapora astengdar amade kirine da 95 berşikên ku di navê da 20 peywirdarên nexweşxaneyê yên refaqetvanê nexweş, pasevan û personelê qeydê û herwiha hemwelatiyên ku rapor wergirtine hene, hatin binçavkirin

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Darayiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê di encama şopandina qedera salekê da tesbît kirin ku li nexweşxaneyekê berşikên ku di navê da karmend, refaqetvanê nexweş, pasevan û personelê qeydê hene, bi raporên epîkrîz ên sexte welatiyên tên nexweşxaneyê dixin lijneyên tenduristiyê ku ji xwe ra rapora astengdar werbigirin. Piştî vê tesbîtê, ekîban dest bi xebatê kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dijî rêxistina sûcê da ji bo 95 berşikên navborî biryara binçavkirinê hat derxistin. Hemû berşik di operasyona hevdem a ekîbên darayiyê da destê sibehê hatin binçavkirin.

Miemeleyên berşikên binçavkirî yên li ewlekariyê berdewam in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE