Operasyona terorê ya li Diyarbekirê

Li Lice û Haniya navçeyên Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 218 hezar û 500 koka kirkirkên Hîntê û 675 kîlo û 90 gram esrar hat bidestxistin.

Operasyona terorê ya li Diyarbekirê

Li Lice û Haniya navçeyên Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 218 hezar û 500 koka kirkirkên Hîntê û 675 kîlo û 90 gram esrar hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, bi kordîneya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li navçeyên Lice û Haniyê bi beşdariya tîmên komandoyên cendirme, gundparêz û harekata taybet a polêsan va operasyona hevpar a "Cendirmeyê Şehîd Çawîşê Pispor Ugur Saglam-2" ku di 2yê îlonê da dest pê kir, saet 03.00î pê va bi serkeftî hat temamkirin.

Di operasyonê da mekanîzmaya teqemeniya destçêkirî ya ku ji dûr va bi kumandayê dixebite, 96 pîl, 14 bloqên pîlan, rûnê paqijkirina çekan, tûpa piçûk, doşeka sunger, betanî hat bidestxistin, tiştên ku wek delîl bi kêr tên hatin mihafazekirin, yên din bi telîmata Serdozgeriya Komarê di cî da hatin îmhakirin.

Di operasyonê da 218 hezar û 500 koka kirkirkên Hîntê û 675 kîlo û 90 gram esrar hat bidestxistin.

- Qedexeya derketina derva hat rakirin

Ji aliyekî din va qedexeya derketina derva ya ku ji ber operasyonê di 3yê îlonê saet 18.00î pê va li taxên Haniyê yên Kaledîbî, Akçayurt, Topçular, Y. Turali, Kalaba, Uzunlar, Serenkoy û mezreyên Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A. Turali, Gurbulakê, gundên Liceyê yên Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan, Durukoyê û mezreyên Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey, Kutlamişê hatibû ragihandin, ji 4ê îlonê saet 24.00î pê va hat rakirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2018, 11:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE