"Operasyona Yekitiyê" ya di avên navneteweyî da

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di Operasyona Yekitiyê ya ku di avên navneteweyî hat kirin da 5 ton esrara toz hat bidestxistin. Di operasyonê da 13 kes hatin binçavkirin

"Operasyona Yekitiyê" ya di avên navneteweyî da

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di Operasyona Yekitiyê ya ku di avên navneteweyî hat kirin da 5 ton esrara toz hat bidestxistin,13 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat gotin endamên rêxistinê yên bazirganiya hişbir dikirin di 5ê sibatê da bi keştiya ku li ser alaya Tirkiyeyê heye û navê wê "Kurên Pervînê" bîne Îzmirê, ji wir jî çûne Morîtanya, Fas û Cezayirê.

Hat gotin van kesan li van deran hişbir hildane û bi keştiyeke masîgiran hewl dane ku li ser behrê bînin Tirkiyeyê, lê di 15ê nîsanê da li hember van kesan li Behra Spî bi navê "Operasyona Yekitiyê" operasyonek hatiye kirin.

Di operasyona bi hevkariya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Qeraxê hat kirin da 5 ton esrara toz hat bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin 6 murettebatên keştiya masîgiran jî di nav da li Stenbolê 3, li Îzmirê 3 û li Tekirdagê jî kesek 13 kes hatin binçavkirin, ev şebekeya hişbirê ji holê hat rakirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE