Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Tunceliyê bi beşdariya hezar û 6 personelan "Operasyona Yildirim-4 Munzur-Kutu"yê dane destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin Fermandariya Cendirmeyan yai Tunceliyê bi beşdariya hezar û 6 personelan "Operasyona Yildirim-4 Munzur-Kutu"yê daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Operasyona Yildirim-1ê ku di 13ê Tîrmehê da dest pê kir navend herêma Cûdiyê li dorbera Şirnexê, Operasyona Yildirim-2yê ku di 19ê Tîrmehê da dest pê kir navend herêma Cîloyê li dorbera Hekariyê, Operasyona Yildirim-3yê ku di 26ê Tîrmehê da dest pê kir navend Çiyayê Agiriyê û herêmên Çimçe-Madurê li dorbera Agirî-Îdir-Qersê û Operasyona Yildirim-4ê ku di 28ê Tîrmehê da dest pê kir navend herêma Munzur-Kutuyê li dorbera Tunceliyê didome.
- Di operasyonên Yildirimê da 8 terorîst hatin berterefkirin
Di operasyonên Yildirimê da ku Wezareta Karên Navxweyî da destpêkirin 8 terorîst hatin berterefkirin, 24 şikeft, sitargeh û depo hatine îmhekirin û gelek çek, cebilxane û xwarin û xurek hatine qefaltin.
AA