Operasyonan agahdariya terorîstan jî qut kir

Bi operasyonên ewlehiya navxweyî û operasyonên Qiranê yên ku di dema dawîn da li pey hev dest pê kirin da endamên PKK/KCKya rêxistina terorê di şikeftên xwe da hepis bûn, tirs kete dilê wan

Operasyonan agahdariya terorîstan jî qut kir

Bi operasyonên ewlehiya navxweyî û operasyonên Qiranê yên ku di dema dawîn da li peyê hev dest pê kirin da endamên PKK/KCKya rêxistina terorê di şikeftên xwe da hepis bûn, tirs kete dilê wan.

Hêzên ewlehiyê derbeyeke mezin li baregehên terorîstên PKK/KCKyî yên zivistanê xistin û ji ber ditirsin ku cihê wan wê werin tesbîtkirin, êdî kêm caran bi bêtêlê hev agahdar dikin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji hêzên ewlehiyê hilda, dijî rêxistinên terorê him li nav welêt him li derveyî welêt têkoşîna piralî dewam dike.

Bi operasyonên ewlehiya navxweyî û operasyonên Qiranê (1,2,3,4,5,6) yên ku di dema dawîn da li dijî rêxistina terorê peyê hev dest pê kirin da rêxistina terorê ya cihêkar ji xwe ra baregeha zivistanê çênekir û cihê endamên rêxistinê gelek teng bû.

Hêzên ewlehiyê bi operasyonên serkeftî va derbeyên giran li rêxistinê xistin û rêjeya agahdarkirina bêtêlê ya navbera endamên rêxistinê ji sedî 75 kêm bû.

Jimara terorîstên ku dixwazin ji rêxistinê birevin zêde bûn, lê rêxistina terorê hewl dide ku bi rêbazên tehdîd û înfazan va belabûna rêxistinê mihavze bike.

- Di 10 mehan da 109 hezar û 423 operasyon

Piştî ku jimara operasyonên hêzên ewlehiyê zêde bûn, kanalên îkmalê yên rêxistinê qut bûn, di depo û sitargehan da bi tonan erzaq û alav hatin dîtin û îmhakirin.

Par dijî PKK/KCKya rêxistina terorê 97 hezar û 377 operasyon hatin kirin, ev jimar îsal heta meha mijdarê derket 109 hezar û 423yan.

Îsal 457 jê kuştî, 254 jê sax bi tevahî 711 terorîstên PKK/KCKyî hatin berterefkirin, 11 hezar û 2383 terorîst hatin binçavkirin, 301 jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

Bi saya operasyonên serkeftî di nav du salên dawîn da 143 ton erzaq û alav hatin bidestxistin.

- Di nav rêxistinê da jimara xwekuştin û înfazan zêde bûn

Gelek terorîstên ku ji rêxistinê firar kirin û teslîmî hêzên asayîşê bûn, di îfadeyên xwe da gotin ku wan mecbûrî havîn û zivistana xwe di şikeftan da derbas dikir, di peydakirina erzaq û alavan da tengasî derdiket.

Terorîstan diyar kir, ew ji birçîbûn û operasyonan tengezar bûn û gotin ku di nav rêxistinê da jimara xwekuştin û înfazan zêde bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE