Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk li 77 bajaran operasyon hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin 413 kîlo esrar, 197 kîlo eroîn, 1 kîlo skunk, 10 kîlo û 500 gram metamfetamîn, kîloyek bonzaî û 96 hezar û 469 hebên hişbirê di opreasyonan da hatin girtin.
Ji bilî van li navnîşana şikbaran 54 demançeyên bêruhsat û tiving, 87 hezar û 51 lîre pere jî hatin dîtin.
Di operasyonan da 4 hezar û 621 kes jî hatin binçavkirin.AA