Operasyonên li dijî FETÖ’yê

Li 22 bajaran, ji 191 gumanbaran 145 kes hatin binçavkirin

Operasyonên li dijî  FETÖ’yê

Derket ku fetö’yê di 3 azmûnên dibistana leşkerî de bêisûlî kiriye. Li ser vê li îzmîrê ji 191 gumanbaran 145 kes hatin binçavkirin.

Bêisûliyên FETÖ’yê yên di azmûnên dibistana leşkerî de derdikevin holê.

Derket ku rêxistina terorî di îmtihanên dibistana Bilind a binefseran a hewayî de bêisûlî kiriye

Serdozgeriya komarê ya Îzmîrê ji bo 191 kesan biryara binçavkirinê da ku ji wan 181 kes li ser wezîfeyê ne.

Di çarçoveya lêpirsînê de li 22 bajaran operasyon hat lidarxistin.

Ji gumanbaran 145 kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn gumanbar di mulakatên salên 2005, 2011 û 2012an de şîfre û numereyên namzedan ji FETÖyê girtine û bi saya vê jî encamên azmûnê berî wextê wê hîn bûne.

Derket ji gumanbaran 154 kes bi telefona ankesorî ligel endamên rêxistinê axivîne.

Herwiha li dijî şaxa rêxistina terorî ya di nav hêzên asîmanî de jî bi navenda xwe Enqere, lêpirsîn hat destpêkirin.

Li dijî 32 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn, ji wan 11 kes hê jî wezîfedar in.

Ji gumanbaran 26 kes li 12 bajaran wek hevdemî hatin binçavkirin.

Li Enqereyê li dijî şaxa FETÖ’yê ya di nav cendermeyan de jî operasyon hat lidarxistin.

Ji 8 gumnabaran tevî serdarekî wezîfedar, 6 kes hatin binçavkirin.

Li dijî avabûna leşkerî ya rêxistina terorî bi navenda xwe Stenbol lêpirsîn hat meşandin. 33 kes hatin binçavkirin.

Wekî din bi navenda xwe Konya, li 15 bajaran operasyon hatin lidarxistin.

Biryara binçavkirina 25 kesan hat dayîn ku ew wek berpirsên veşartî yên TSK’ê tên îdiakirin. Ji wan 14 kes hatin binçavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE