Operasyonên li dijî FETÖ’yê

Di operasyonan de 10 terorîst hatin bêtesîrkirin...

Operasyonên li dijî FETÖ’yê

Têkoşîna li dijî rêxisstina terorî fetö’yê li seranserê welêt didome. Li gelek bajaran, di çarçoveya 5 lêpirsînan de operasyon hatin kirin. 15 serbazên wezîfedar, 15 mamosteyên berê, ji bo gelek kesan biryara biçavkirinê hat dayîn. Li zêdetirî 20 bajaran operasyon hatin kirin û gelek gumanbar hatin girtin.

Li Enqerê li dijî rêxistina terorî FETÖ’yê 2 operasyon hatin kirin.

Di operasyona ewil de ji bo 15 serbazan biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Ev serbaz berê bi FETÖ’yê re eleqedar bûn, di MÎT’ê de wezîfedar bûn, hat tespîtkirin ku berê hatine binçavkirin û bi qanûna poşmaniyê hatibûn berdan.

Ji van 5 kes hêj di MÎT’ê de wezîfedar bûn, 10 kes jî îadeyê wezîfeyê hatibûn kirin.

Li Enqerê û bajarên derdorê operasyon hat kirin û 14 gumanbar hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Enqerê ji bo sazîbûna dibistanan a FETÖ’yê jî ket tevgerê.

Ji bo 15 mamosteyên di dewletê de dixebitîn û hatibûn îxrackirin, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ji wan 12 kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku wan hemûyan Bylock bi kar anîne.

Li Stenbolê jî li dijî FETÖ’yê operasyon hebûn.

Ji bo 43 kesên ku Bylock bi kar anîne, wekî din ji bo 26 kesên ku sazîbûna darayî ya rêxistina terorî de cî girtine, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên ewlekariya Stenbolê li 17 deran operasyon kirin.

Ji 69 gumanbaran 27 kes hatin binçavkirin.

Dozgeriya Manisayê jî ji bo 12 kesên Bylock bi kar anîne biryara binçavkirinê da.

Li Manîsa, Îzmir, Enqere, Konya û Batmanê operasyona hemdemî hat kirin.

8 kes hatin binçavkirin.

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE