Operasyonên li dijî rêxistina terorî

Nobeda dayikên Diyarbekirê dewam dike. Dayik dibêjin “zarokên me bi riya HDP’ê birin çiyê.” Her wiha operasyonên li dijî rêxistina terorî jî dewam dikin. Di çarçoveya operasyonan de terorîstekî ku li mala parlamenterê Vanê yê HDP’ê Murat Sarisaç dima, hat girtin.

Nabêjin berf û baran e, ji bo zarokên xwe li ber avahiya HDP’ê ya Diyarbekirê nobedê digrin.

Ji HDP’ê zarokên xwe dixwazin û dibêjin “we zarokên me birin çiyê”

Hêzên ewlekariyê jî ji bo terorîstên ku zarokên xelqê dibin çiyê bigrin operasyon da destpêkirin.

Li Vanê di çarçoveya operasyonê de terorîst Y.D ku li mala parlamenterê Wanê yê HDP’ê Murat Sarisaç dima, hat takîpkirin.

Ji bo endamê rêxistina terorî Y.D bê girtin, tîmên hêzên ewlekariyê li derdora mala parlamenterê HDP’ê bi cih bûn.

Pişt re erebeya ku Y. D lê siwar bû hat şopandin.

Polîsan piştî demekê pêşiya erebê girt û Y. D bin çav kir.

Parlamenterê HDP’ê yê ku endamê rêxistina terorî li mala xwe hewand, ji hêzên ewlekariyê aciz bû û got “me dişopînin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE