Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand operasyonên Pencik-Birûsk û Pencik-Yildirimê bi serkeftî dewam dikin, heta niha 44 terorîst hatin berterekirin.
Wezîr Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar li bakurê Iraqê Baregeha Bîlîç Tepeyê ya Qisma Hidûdê ya 2yemîn ziyaret kirin.
Fermandarê Tumena Piyadeya 23yemîn Tumgeneral Îdrîs Acarturk der barê operasyona Pencik-Birûskê da agahî da Akar.
Akar û heyeta wî bi Mehmetcîkan ra fitarê xwarin.
- "Heta niha 44 terorîst hatin berterekirin"
Piştî xwarinê Akar bangî eskeran kir û wiha axivî: "Hûn li vir wezîfeyên pir girîng dikin. Operasyonên Pencik-Birûsk û Pencik-Yildirimê bi serkeftî dewam dikin. Heta niha 44 terorîst hatin berterekirin. Em ketin hemû şikeftên wan. Em bibiryar in ku terorê xelas bikin. Hêza me ji bo vê heye û em ê vê yekê bikin. Em ê li vir aştî û aramiyê pêk bînin."
- "Tekane armanca me ew e ku em terorê biqedînin"
Wezîr Akar anî ziman ew bi tenê dijî terorîstan têkoşînê didin, tu pirsgirêka wan bi welatiyên Kurd ra tune û wiha dewam kir: "Tekane armanca me ew e ku em terorê biqedînin, terorîstê dawîn jî berteref bikin. Ji ber vê em ê ji bîr nekin ku Tirk, Kurd û Ereb hemû însanên li vir dijîn bira ne, her yek jî welatiyê Komara Tirkiyeyê ne. Emê xebatên xwe li gor vê bikin û li gor vê dawî bikin."
Akar got çek û alavên di vê têkoşînê da tên bikaranîn jê sedî 70 xwemalî û neteweyî ne û ewê hê jî pêşva herinAA