Operaya Gobeklitepeyê promiyera dinyayê kir

Promiyera dinyayê ya Gobeklitepeyê ku ji berhemên herî biîdia ya sezona nû ya Opera û Baleya Dewletê ye, bi beşdariya bi hezaran hunerhezan va hat kirin

Operaya Gobeklitepeyê promiyera dinyayê kir
GALERIYA NÛÇEYÊ
Operaya Gobeklitepeyê

Operaya Gobeklitepeyê

Gobeklitepe ku ji berhemên herî biîdia ya sezona nû ya Opera û Baleya Dewletê ye, bi promiyera dinyayê va derket pêşberî hunerhezan.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank û gelek vexwendî beşdarî promiyera dinyayê ya li Congresiumê bûn.

Gobeklitepe ku damezirînerê projeyê û gerînendeyê hunerê Midûrê Giştê yê Opera û Baleya Dewletê Murat Karahan ê tenorê navdar û herwiha besteya wê Can Atilla, lîbretoya wê Burcu Kilinç Kiziltepe û Hacer Buyruk, rejîsoriya wê Gurçil Çeliktaş, koreografiya wê Volkan Ersoy hilda ser xwe, bi şoveke mezin a sehneyê ku opera û bale têkelî hev e, derket pêşberî temaşevan û hunerhezan.

Wezîr Ersoy di dawiya temsîlê da derket ser dikê û pîrozbahî li hunermendan kir û ji bo wan çepik lê da.

Herwiha ji siyasetê heya hunerê û ji nûnerên mîsyonên welatên biyanî gelek kesî eleqe nîşanî temsîla li Congresiuma 3 hezar kesî da. 

Berhem dê meha adar û nîsanê were leyîstin û herwiha dê li welêt û dervayî welêt derkeve pêşberî temaşevanan.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 10:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE