Organîzasyona "Jiyan bi nimêjê xweş e"

Li Diyarbekirê organîzasyoneke bi navê "Jiyan bi nimêjê xweş e" hat kirin.

Organîzasyona "Jiyan bi nimêjê xweş e"

Organîzasyona bi navê "Jiyan bi nimêjê xweş e" li Diyarbekirê hat kirin.

Platforma Nifşa Qur'anê bernameyê organîze kir û zarok tevlî malbatên xwe li hewşa Mizgefta Hezretî Silêman a ku li navçeya navendî Sûrê ye kom bûn.

Di pankartên destê zarokan da dirûşmeyên wek "ez ji nimêja xwe pir hez dikim", "Ez nimêj dikim lewra ji Rebbê xwe pir hez dikim", "Ez nimêj nekim nikarim bijîm" û "nimêj rê li xerabiyan digire" hatibûn nivîsandin.

Organîzasyon piştî dengkirina lawij û xwendina helbestan bi dawî bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE