Oruç Reîs ber bi behra spî ve diçe

Keştiya ku dê lêkolînên sîsmîk bike gihîşt Behra Egeyê

Oruç Reîs ber bi behra spî ve diçe

4emîn keştiya lêkolînên sîsmîk ên tirkiyê ber bi behra spî ve diçe. Keştiya Oruç Reîsê ji tengava çanakkalê derket û ket behra egeyê. tê texmînkirin ku keştî di nav çend rojan de bigihêje herêmê û dest bi lêkolînan bike.

Keştiya Oruç Reîsê ber bi Behra Spî ve diçe.

Oruç Reîs ji Stenbolê bi rê ket û digel Firkateyna Yildirimê ya TCG’ê ji tengava Çanakkalê gihîşt Egeyê.

Bi keştiyên Fatîh, Yavuz û Barbaros Hayrettin Paşayê re wê li Behra Spî lêkolînên sîsmîk û sondajê bike.

Dirêjiya wê 86 metre, firehiya wê jî 22 metre ye. Di keştiyê de sîstemên modern ên şandin û manewrayê hene.

Di keştiyê de 55 personel dixebitin.

Di keştiya Oruç Reîsê de ekîpmanên ku wê di bin behrê de xebatên jeolojik bikin jî hene.

Keştiya Oruç Reîsê ji Behra Egeyê ber bi keştîgeha Taşucuya Mersînê ve diçe

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE