Oruç Reîsa keştiya lêkolîna sîsmîk piştî ku li qada Demreyê lêkolînên xwe yên sîsmîk ên du ber kuta kirin, vegeriya Benderegeha Antalyayê.
Di parvekirina ku Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî li ser hesabê xwe yê Twitterê kir da wiha hat gotin: "Oruç Reîsa keştiya me ya lêkolîna sîsmîk di 1ê tebaxê da li qada Demreyê dest bi lêkolînên sîsmîk ên du ber (2B) kiribû û ev lêkolîn kuta bûn. Keştiya me 10 hezar û 955 kîlomêtre daneyên sîsmîk ên 2Byê berhev kirin û vegeriya Bendergeha Antalyayê."
AA