Osman Sarigunê bi îdiaya ku li Çubuka navçeya Enqereyê di cinazeyê şehîd da kulmek avêt Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û hat binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Sarigun di çarçoveya lêpirsînê da ji kesên hatin binçavkirî yek bû û piştî îfadedayîna li cendirmeyê anîn Edliyeya Çubukê.
Piştî ku ji aliyê dozger va îfadeya Sarigun hat hildan û şûnda, Sarigun sewqî hakimtiya cezayê sulhê ya nobedar kirin û hakimtiyê bi şertê kontrola edlî Sarigun berda.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di 21ê nîsanê roja yekşemê li taxa Akkuzuluya Çubuka navçeya Enqereyê beşdarî merasima cinazeyê Erê Bipeyman ê Peyade Yener Kirikci bû û rastî êrîşê hatibû.
Serdozgeriya Komarê ya Çubukê der heqê êrîşêda lêpirsîn da destpêkirin û Osman S jî di nav da 9 kes hatibûn binçavkirin.
Ji gumanbaran 3 kes ji aliyê dozgeriyê va hatibûn berdan, 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Ji bilî gumanbarên navborî ji bo tesbîta kesên tevî êrîşê bûn, xebat didomin.AA