Otêleke kevokan vekir 

Di 21 pînan de 700 kevokan xwedî dike 

Otêleke kevokan vekir 

Zuhal Eratê ji bo kevokan ji stenbolê mala xwe bar kir hat li diyarbekirê û li vir otêla kevokan ava kir. kevokhez, ji bo ajalên xwe pînan kirê dikin û wan li wê derê xwedî dikin.  

Di çanda mezopotamyayê de xwedîkirina kevokan ciheke giring digire. 

Ji bo ku li Diyarbekirê çanda xwedîkirina kevokan dewam bike Zuhal Erat ji stenbolê hat û li vir otêla kevokan ava kir. 

“Ez ji Diyarbekirê pir hez dikim. Xewn û xeyala min bû ku ez li vî bajarî bijîm. ez li bajêr bi cih bûm û min otêla kevokan vekir.”  

Di 21 odeyên otêlê de derdora 700 kevok tên xwedîkirin. Di nava kevokan de herî zêde cureyên kevokên Amedê hene. 

Ji ber ku jiyana bajêr guheriye û êdî li bajêr xaniyên yekqatî û bibaxçe kêm in, gelek kevokhez nikarin di malên xwe de kevokan xwedî bikin.

 

Xwediyê Otêlê Zuhal Erat: “xwediyên kevokan êdî nikarin di avahiyên bilind de ajelên xwe xwedî bikin. Cînar aciz dibin loma ew jî rehet nakin.  Lê otêla me derfetê dide wan. Em odeyan didin kirê. Xwediyên kevokan jî dema bixwazin tên wan li vir xwedî dikin.” 

Ji xwedîkirin û dermankirinê bigirin heta bi firotinê hemû xizmet li vê otêla kevokan tên dayîn. 

Kevok yek ji yekî xweşiktir in. Ûsivî, postacî, Teqleavêj, Gogalag, Kureng, Cîxerî, Narencî, Zeytûnî û hemû cinsên kevokên Diyarbekirê di vê otelê de tên ezimandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE