Deriyê sînor ê Îranê di çarçoveya tevdîrên ji ber şewba Kovîd-19ê ji çûn û hatinan ra demekê girtî ma lê çawa vebû hatina turîstan jî dest pê kir.
Bi hatina turîstan va şênî û esnafên Wanî kêf kirin, lewra otêlên li bajêr tijî bûn û piraniya esnafan jî ji bi bazirganiyê pere qezenc dikin.
Sînorê di navbera Wan û Îranê da mezin û ji ber vê jî Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li bajêr ku ji ber şewbê demekê girtî mabû û herdu welatan digihîne hev ji 17ê Îlonê vir va vekiriye.
Ji meha Cotmehê vir va hejmara tûrîstên Îranî yên encama testa wan a Kovîd-19ê ya 72 saetên dawîn negatîf derdikeve û derbasî Tirkiyeyê dibin her diçe zêde dibe.
Bi hatina turîstên Îranî ra hemû otêlên li bajêr tijî ne û dikandar û esnafên li bajêr jî ji mêvanên xwe gelek razî ne lewra her turîstek ku pere xerc dike bi kêrî esnafên bajêr tê.
Xwediyên loqante û dikanên cil û bergan jî tev piraniya esnafên li bajêr ji ber hatina turîstên Îranî kêfxweş in û bo bala wan bikişînin jî kampanyayan dikin rewacê.
- "Hatina turîstên Îranî kêfa me û esnafan anî"
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî demeke dirêj hatina turîstên Îranî ya ber bi Wanê ji nû va dest pê kir.
Çelîktaş diyar kir ku bi hatina turîstan va navenda bazarê geş bû û wiha domand: "Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê deriyê me yê sînor ê bi Îranê ra demeke dirêj girtî ma. Ji ber nehatina turîstan karê me hemûyan baş nebû. Bi hatina mêvanên me yên Îranî va him kêfa me û him jî kêfa esnafê me hat. Di rojekê da 3 hezar û 200 turîst derbasî vî alî bûn û niha hemû otêlên me tijî ne. Ev bi kêrî bajarên derdorê jî tê."
- "Otêlên li bajêr tijî bûn"
Serokê Komeleya Turîzmvan û Otêlvanên Wanê (VANOTED) Yunus Yuksel got ku ji ber rojên erzaniyê ne hatina turîstên Îranî gorî berê zêdetir e û wiha pê da çû: "Ev du roj e hemû otêlên li bajêr tijî ne. Niha kêfa esnafên me li cî ye."
Esnaf û xebatkarên li Wanê û turîstên Îranî yên mêvan in ji hev razî ne. Turîstên Îranî dibêjin ku ew çawa firsendê dibînin tên 3-4 rojan li Wanê dimînin, lazimatiyên xwe dikirin û vedigerin welatê xwe.
AA