Li Edeneyê otobêseke rêwiyan welgeriya, di qezayê da 2 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa bi pîlaqeya 63 BB 553 ya M.A. diajot û ji Şanliurfayê diçû Mêrsinê li taxa kolana Dr. Sadik Ahmet a li ser Rêbejaya Tarsu-Edene-Gazîentabê welgeriya.
Li ser îxbara qezayê gelek ambûlans, polês, ekîbên AFADê û Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê sewqî herêmê kirin.
Ekîban rêwî ji wesayîtê derxistin û li ambûlansan kirin.
Di qezayê da 2 kes mirin û 29 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li dorberê.
Bi vîncê otobês rakirin û cesedê herdu miriyan ji binê otobêsê derxistin.
Ekîban tesbît kirin ku navê miriyan Ahmet Dogan û Fevzî Deniz e.
Piştî lêkolîna dozgeriya komarê cinaze rakirin morga Tipa Edlî ya Edeneyê.
AA