Li Koyulhisara navçeya Sêwasê otobusa rêwiyan li tira welgeriyayî qelibî û welgeriya, li gorî encamên destpêkê 27 kes birîndar bûn.
Tira ku plaqeya wê 06 ED 9997 e û nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, li ser rêbejaya D-100ê li tanga Tunela Aşagikaleyê ya navçeya Koyulhisarê, ji ber barîna berfê di rêya şişmat da şiqitî, welgeriya û ket şirîda hember. Otobusa rêwiyan a ku plaqeya wê 04 D 4942 û ajokarê wê jî M.Y. ye, li tirê qelibî û welgeriya.
Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên Tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha ekîbên xilaskirinê û yên polêsan hatin sewqkirin.
Di qezayê da li gorî encamên destpêkê 4 jê giran, 27 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.
Ji ber qezayê beşeke rêbejaya Sêwas-Erzinganê û Sêwas-Tokatê hat girtin.AA