Otobusa rêwiyan û tira kargoyê li hev ketin: 2 mirî

Li Duzceyê di qezaya trafîqê ku otobusa rêwiyan û tira kargoyê li hev ketin da 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan û tira kargoyê li hev ketin: 2 mirî

Li Duzceyê di qezaya trafîqê ku otobusa rêwiyan û tira kargoyê li hev ketin da 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 38 SH 441 û ajokarê wê jî Kenan Çetinkaya ye û ji Stenbolê diçû Qeyseriyê, li ser Otorêya Anadoluyê li hevrazê Gumuşovaya li Duzceyê, li tira kargoyê ku plaqeya wê 34 JS 1415 û ajokarê wê jî Erdal Tanriverdi ye û xwest ji valahiya refujiyê derbasî îstiqameta din bibe, ket.

Di qezayê da ajokarê otobusê Çetinkaya û alîkarê wî Ali Atalay li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, 23 rêwî jî birîndar bûn.

Ekîbên îtfaiyeyê cesedê Çetînkaya û yê Atalay ku di otobusê da asê bûbûn, di encama xebatê da derxistin.

Rêwiyên birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Duzce û Sakaryayê.

Ekîbên rêbejayê jî ji bo berhevkirina alavên ku ji qaseya tira kargoyê belayî ser rê bûn, dest bi xebatê kirin.

Îstiqameta Enqereyê ya otorêyê ya ku ji ber qezayê hatibû girtin, piştî temambûna xebata paqijiyê cardin hat vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE