"Otomobîla Turkiyeyê ne tenê li welatê me li gelek cihên dinyayê deng da"

Serok Erdogan di merasîma Hîmdanînê ya Fabrîkaya Trimbêla Xwemalî de axivî.

"Otomobîla Turkiyeyê ne tenê li welatê me li gelek cihên dinyayê deng da"

Serok Recep Tayyip Erdogan di merasîma Hîmdanînê ya Fabrîkaya Trimbêla Xwemalî de axivî.

ji axaftina Serok Erdogan;

"Otomobîla Turkiyeyê ne tenê li welatê me li gelek cihên dinyayê deng da."

"Yên ji pêşketina welatê me, xurtbûna wê, zêdebûna jixwebaweriya wê aciz dibin demildest kampanyayeke reşkirinê dan destpêkirin."

"Xeyaleke ku çendî sal e ji hûndir û derva rastî sabotajan hatiye bi cî tê û hember vê yekê bi milyonan dil ji nû va kelecanî bûn."

"(Otomobîla Turkiyeyê) Her ferdê gelê me xwedî li vê projeya ku hêza welatê me û kapasîteya wê ya hilberînê temsîl dike, derket."

"Em îro ne tenê ji ber destpêkirina veberhênaneke nû kêfxweş in di heman demê da bi awayekî mafdar serbilind in ku digel şewbê projeyeke mezin tetbîq dikin."

"Em hemû bi hev ra bersiva herî xweşik didin kesên hewl didan ku hêj dema dîzaynê da vê berhema xweşik bikujin."

"(Otomobîla Turkiyeyê) Ez wisa bawer dikim ku ev berhema ku ji sembolên vîzyona me ya welatê mezin, hêzdar û nûger e dê îlhamê bide nifşên ciwan."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE