Ozerê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Walîtiya Diyarbekirê ziyaret kir

"Ji îro pê va ji ber hejmara pêketiyan an jî temasê li tu xwendingeheke me navber nedan perwerdeyê. "

Ozerê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Walîtiya Diyarbekirê ziyaret kir

Mahmut Ozerê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî di ziyareta Walîtiya Diyarbekirê da got, "Ji îro pê va ji ber hejmara pêketiyan an jî temasê li tu xwendingeheke me navber nedan perwerdeyê. Ez dixwazim bi taybetî vê dubare bikim. Li 71 hezar û 320 xwendingehên me navber nedan perwerdeya rû bi rû."

Ozerê Wezîr ji bo hin peywendiyan hat Diyarbekirê û walîtî ziyaret kir.

Ozer li vê derê deftera rûmetê îmze kir û daxuyanî da rojnamevanan. Ozer wiha got: "Ji îro pê va ji ber hejmara pêketiyan an jî temasê ya ku Wezareta Tenduristiyê û Lijneya Zanista Tenduristiyê eşkere kir li tu xwendingeheke me navber nedan perwerdeyê. Ez dixwazim bi taybetî vê dubare bikim. Li 71 hezar û 320 xwendingehên me navber nedan perwerdeya rû bi rû."

Ozer destnîşan kir ku li hin polan navber dan perwerdeya rû bi rû û ev jî li gor rêgezên bi Wezareta Tenduristiyê ra eşkere kiribûn kirin. Ozer got li Diyarbekirê 19 hezar pol hene ji wan 21 heb ji bo perwerdeya rû bi rû hatin tetîlkirin.

Ozerê Wezîr paşê jî bi Karalogluyê Walî ra hat ba hev.

Çapemenî hilnedan hevdîtinê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE