Pakdemirlî: Di şewatan da 16 balafir, 9 ÎHA û 51 firoke tên bikaranîn

"Di şewatan da 16 balafir, 9 ÎHA, 51 firoke, firokeyeke bêmirov, 805 tanker, 155 makîneyên kar bi qasî 5 hezar û 200 personel têkoşîn didin."

Pakdemirlî: Di şewatan da 16 balafir, 9 ÎHA û 51 firoke tên bikaranîn

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî daxuyand di navbera 28ê tîrmehê-3yê tebaxê da li 38 bajaran 163 şewat derketin ku 152 jê hatin vemirandin.

Pakdemirlî li Mala Mamosteyan a Muglayê bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ra civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê şewatên di navbera 28ê tîrmehê-3yê tebaxê da derketin û vemirandina wan da agahî da.

"Me ji aliyê rojava yê Manavgatê xebereke xweş hilda"

Wezîr Pakdemirlî got li 38 bajaran 163 şewat derketin ku 152 jê hatin vemirandin û wiha axivî: "Li Antalyayê 19 şewat derketin, jê 2 heb dewam dikin û 17 şewat hatin vemirandin. Me ji aliyê rojava yê Manavgatê xebereke xweş hilda. Ekîbên me hinek rîsk hildan. Rewş ber bi aliyekî baş va diçe. Em nikarin bibêjin kontrol lê gihîştine heta cihekî. Di germahiya hewayê da îro li Marmarîsê bi 45.5 dereceyê va rekora hemû wextan hat şikandin. Rekora berê di 7ê tîrmeha 1988an da wek 45.2 hatibû pîvan."

"Me pêşxebatên tesbîtkirina xisarê temam kirin"

Pakdemirlî der barê tesbîtkirina xisara şewatan da jî wiha got: "Me li Antalya, Muxla, Edene, Mêrsîn û Osmaniyeyê pêşxebatên tesbîtkirina xisarê ên der barê qada çandiniyê da û xisarên welatiyên me xilas kirin. Li 5 bajarên me 18 navçe, 78 gund û 2 hezar û 219 cotkarên me di bin bandora şewatan da man. Dema xebat bên temamkirin dê mexdûriyeta hilberînerên me ji holê bê rakirin"

 "Di şewatan da 5 hezar û 200 personel têkoşînê didin"

Wezîr Pakdemirlî behsa wesayît û alavên di şewatê da tên bikaranîn kir û wiha pê da çû: "Di şewatan da 16 balafir, 9 ÎHA, 51 firoke, firokeyeke bêmirov, 805 tanker, 155 makîneyên kar bi qasî 5 hezar û 200 personel têkoşîn didin. Bi yên ji dervayî welêt hatin va jimara balafirên amfîbîk ji 3yan derket 6an, ya firokeyan ji 45an derket 57an, bi 9 balafirên tankerê va gihaştin 72 wesayîtên asîmanî. Di envantera me ya berdest da jimara balafir û firokeyên ku em her dem dixebitînin heke em firoke û balafirên birêvebiriyê tev nekin 48 heke tev bikin digihêje 53-55an."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE