Pakdemirlî: Guhê xwe bidin daxuyaniyên wezareta me

"Ji bo daxuyaniyên dibêjin 'şewat hildan bin kontrolê' bi tenê guh bidin daxuyaniyên wezareta me."

Pakdemirlî: Guhê xwe bidin daxuyaniyên wezareta me

Bekir Pakdemîrliyê Wezîrê Çandinî û Daristanê der heqê şewatên li daristanan dewam dikin da daxuyanî da û got: "Bi tenê li Antalyayê 8 hezar û 264 caran av hat lêwerkirin. 150 hezar ton av ji wesayît û firokeyan hat reşandin. Wekî barana sunî."

Wezîr destnîşan kir ku xebatên ji bo temirandina şewatên dewam dikin didome û wiha pê da çû: "Em bi 16 balafir, 9 ÎHA, 57 firoke, 850 arazoz û tankerên avê, 150 makîneyên kar, 5 hezar û 250 personelên daristanê va midaxeleyî şewatê dikin."

Wezîr got: "Me li Antalyayê dijî 21 şewatan têkoşîn da. Balafirên tanker, ÎHA, 19 firoke, tengaya 300 arazoz û 1172 personelan wezîfe kir."

Di axaftina xwe da Pakdemilî destnîşan kir ku ji bo temirandina agir gelek hewl didin û wiha domand: "Li Muxlayê 15 şewat çêbûn. Me ji bo parastina santrala termîk û qadên turîzmê hewleke mezin da. Şewata li Mîlasê dewam dike. Şewat niha di xewê da ye. Xeretereyeke wê ya mezin tune."Li Çîne, Yataxan, Mîlas, Kavaklidere û Koycexîza Muxlayê û Sutçulera Ispartayê şewat dewam dike. Li Sutçulerê (Isparta) di geliyê da asê da şewat heye. Îro li gor rewşa hewayê îhtimal heye ku em hildin bin kontrolê."

Der barê nûçeyên ku dibêjin agir hat temirandin da jî Wezîr xwest bila guh bidin daxuyaniyên Wezareta Çandinî û Daristanê û wiha pê da çû: "Ji bo daxuyaniyên dibêjin 'şewat hildan bin kontrolê' bi tenê guh bidin daxuyaniyên wezareta me."

Wezîr destnîşan kir ku ji bo ewlehiya can û mal ji bilî wezîfedaran ew nahêlin kes têkeve qadên şewat lê hene û wiha got: "Ji bo ewlehiya can û mal xêncî wezîfedaran kesekî hilnadin ciyê şewatê, ev tiştekî erênî ye."

Wezîr bangî herkesî jî kir ku bila di van rojên afatê da nebin sedema nîqaşan û wiha domand: "Îro roja nîqaşê nîne, roja bihevrabûn û yekîtiyê ye. Bi pandemî, lehî û şewatan va dilê personelên xwe nehêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE