Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir ji şewatên ku derketine 57 şewat hatine kontrolkirin.
Pakdemirlî, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu li Manavgata navçeya Antalyayê li navenda rêvebirinê ya şewatê der barê şewatên li daristanan derketine da daxuyanî dan rojnamevanan.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê şewatên li daristanan da destnîşan kir li gelek ciyan agir bi daristanan ketine û got ku ji şewatên ku derketine 57 şewat hatine kontrolkirin.
Bekir Pakdemirliyê diyar kir xebatên midaxeleyî bi berfirehî didomin wiha axivî, "Em bi 3 balafir, 9 ÎHA, firokeyên bêmirov, tankeke avê, 38 firoke, 680 arazoz, 55 makîneyên kar û 4 hezar personelî midaxeleyî şewatan dikin."
AA