Pakdemîrlî: "Me şewat bi tevahî hildan bin kontrola xwe"

 Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemîrlî diyar kir ku şewata daristanê ya li Hatayê 93 saet şûnda hildan bin kontrolê.

Pakdemîrlî: "Me şewat bi tevahî hildan bin kontrola xwe"

 Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemîrlî diyar kir ku şewata daristanê ya li Hatayê 93 saet şûnda hildan bin kontrolê.

Pakdemîrlî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku nika hin şewatên piçûk hene, qadê di nav 3-4 rojan da neyê terikandin û ew ê teqîbê bidomînin.

Pakdemîrlî destnîşan kir ku 93 saet şûnda şewat bi tevahî hildan kontrola xwe û wiha pê da çû: "Li hin ciyên dibe ku kizotî dîsa vêkevin wesayîtên me amade ne. Li aliyê başûr jî çembereke me ya din heye. Ya rastî haya me ji rewşa şewatê hebû lê hetanî hilnedan çemberê me negot ku di kontrola me da ye. Me nexwest wisa bêjin. Hinekî jî li benda sibê man."

Wezîr Pakdemîrlî ji ber ku di têkoşîna dijî şewatê da piştgirî dan ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û eleqedaran ra sipas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE