Pakdemîrlî: Pirsgirêka hilberîn, stoq û tedarîkê tune

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemirlî got: "Di hilberîn, stoq û tedarîka xurekên sereke da tengasî tune, di heyama pêşiya me da jî pirsgirêkê tunebe."

Pakdemîrlî: Pirsgirêka hilberîn, stoq û tedarîkê tune

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî diyar kir ku di stoqên Ofêsa Mehsûlên Axê (TMO) da qasî ku têra heywandar, cotkar, pîşesaz û xêrîdaran bike dexl û den heye.

Pakdemîrlî di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku li tevahiyê Tirkiyeyê di tevdîrên dijî vîrusa koronayê da derbasî asteke pêşketî bûn.

Pakdemîrlî bal kişand ser xebatên hatin kirin û wiha wiha pê da çû: "Wezareta Çandinî û Daristanan ji destpêka dîtina Kovîd-19ê pê a li ser senaryoyên cuda xebitî û bi hefteyan berê dest bi tevdîran kir. Di temînkirina stoq û tedarîkê da ji bo nika tengasî tune. Texmîn nakin ku di pêşerojê da pirsgirêk derkevin û kêmasî çêbin."

"Kêmasiya dexl û den tune"

Wezîr Pakdemîrlî destnîşan kir ku di destê TMOyê da qasî têra heywandar, cotkar, pîşesaz û xêrîdaran bike dexl û den heye û wiha got: 

"TMOyê hetanî dawiya sezonê firotina dexl û den bike. Wekî mayîn di stoqan da birinc, nok û nîsk jî hene û li 150 ciyên firotinê yên TMOyê welatî dikarin bi erzanî bikirin û jê îstifade bikin. Kesên nikarin herin dikanên TMOyê jî dikarin ser malpera "https://www.epttavm.com"ê dexl û den bikirin. Di hilberîn, stoq û tedarîka xurekên sereke da tengasî tune, di heyama pêşiya me da jî pirsgirêkê tunebe. Di stoqên Ofêsa Berên Axê da qasî ku têra heywandar, cotkar, pîşesaz û xêrîdaran bike dexl û den heye. Wekî mayîn di demeke nêz de li welêt dest bi çinîna zeviyan dikin û hewcedariyê çênebe."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 02:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE