Paketên ku Serok Erdogan di têkoşîna cixareyê da berhev kirin, tên pêşandin

Paketên ku Serok Erdogan di têkoşîna cixareyê da berhev kirin, tên pêşandin

Paketên cixareyê yên ku Serokomar Erdogan heta niha di bernameyên nav welêt û derveyî welêt da bi sozê berdanê ji xwediyên wan standine bo mottoya "Ji bo Jiyanê Sozek" hatin pêşandin.

Erdogan hêngî ketiye siyasetê bi cixareyê ra têkoşînê dide, piştî ku bû serokwezîr, pêşengiya derxistina qanûnên têkoşîna cixareyê kir û têkoşîna xwe xurtir kir.

Erdogan di civînê ku beşdar bûnê û di gerên xwe da ji kesên ku cixare dikişandin soz hilda û paket ji xwediyê wan standin.

Erdogan di gerên xwe yên nav welêt û derveyî welêt da, di civînên navneteweyî da, di qebûlan da pakêta kesên ku cixare dikişandin hilda û bi wan sozê ku wê titûnê berdin stand. Erdogan bi vê rêbazê bi salan e pakêt berhev kirin ji van pakêtan 215 heb li Salona Pêşandinê ya Beştepeyê ya Kulliyeya Serokomariyê tên pêşandin.

Pêşangeh bi pêşengiya Serokomar Erdogan hat amadekirin û di nav xwediyên paketên ku tên pêşandin da wezîr, parlamenter, mixtar, rojnameger, ajokarên texsiyan û ji nav civakê ji her girseyan cixarekêş hene.

Erdogan dema ku beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bû, di kabîna kişandina cixareyê da cixareya Wezîrê Karên Derva yê Bulgaristanê Daniel Mitov jê stand. Her wiha Erdogan pakêta Parlamenterê Agiriyê yê AK Partiyê Mehmet Melîk Ozmenê ku di sala 2005ê da qelbê wî sekinî û di 39 saliya xwe da wefat kir jî jê stand. Di pêşangehê da ev her du paket jî hene.

Erdogan digel welatiyan ji ferdên malbata xwe jî sozê berdana cixareyê stand. Erdogan di 2010ê da pakêta Mustafa Erdoganê birayê xwe jê stand û ev paket jî di pêşangehê da tê pêşandin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan herî dawî li Navenda Kongre û Çandê ya Milet a Beştepeyê di Merasima Xelatê ya Nûnerên Mîrata Gencîneya Merivên ku Dijîn da soz ji Husamettîn Yîvlîkê hosteyê hunera qoqilandina daran hildabû û pakêta wî jê standibû.

Li ser pakêtan navê kesê ku sozê berdana cixareyê daye û îmzeya wî heye. Her wiha kesên ku wê kêliyê bûne şahid jî navê wan nivîsar e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE