Palandoken wê bi festîvala hilpaskbûna cemedê şên bibe

Parka cemedê bi teşebisa Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin hat çêkirin û her sal kesên ku hez dikin bi cemedê va hilpask bibin, berê xwe didin vê parkê.

Palandoken wê bi festîvala hilpaskbûna cemedê şên bibe

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokena Erziromê digel Tirkiyeyê ji 5 welatan bi beşdariya 250 werzişvanan mihrîcana hilpaskbûna cemedê wê were lidarxistin.

Palandoken ji sewiyeya behrê 3 hezar û 176 mêtre bilindtir e. Li pîsta başûr a Palandokenê ya ku 2 hezar û 200 mêtre bilind e, parkeke cemedê ya ku 20 mêtre bilindahiya wê û 150 mêtre beraya wê heye û bala kesên ku ji adrenalînê hez dikin, dikişîne.

Parka cemedê bi teşebisa Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin hat çêkirin û her sal kesên ku hez dikin bi cemedê va hilpask bibin, berê xwe didin vê parkê.

Parka ku dişibe "Çiyayê Cemedê", di nava navenda xweşiqitandinê da ye. Li parkê di navbera 17-19ê rêbendanê da mihrîcana hilpaskbûnê ya cemedê wê were lidarxistin.

Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê çalakiyê li dar dixe û digel Tirkiyeyê ji welatên wekî Amerîka, Îtalya, Fransa, Gurcistan û Îranê ji 250yî zêdetir werzişvan wê beşdar bibin.

Li Palandokenê di heman dîrokê da di çarçoveya vê mihrîcanê da çalakiya xweşiqitandina çiyê jî wê were kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE