Alîkarê Wezîrê Karên Derve û Sefîr Sedat Önal li waşingtona paytextê emerîkayê beşdarî panela seta’yê bû. Sefîr önal got li sûriyê meseleya herî girîng pêkanîna ewlehiyê û parastina statukoyê ye.
Li nûnertiya Waşingtonê ya SETA’yê panelek hat lidarxistin. Di panelê de têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê hatin nirxandin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve û Sefîr Sedat Önal jî beşdarî panelê bû. Sefîr Önal di axaftina xwe de li ser têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê sekinî û got ji bo pêşeroja herêmê pêvajoyeke girîng dimeşe.
“Niha li herêmê rewşeke nû ya stratejîk derketiye holê. Ji ber vê yekê ewlehî û parastina statukoyê ji her tiştî girîngtir e.”
Önal got divê Emerîka bi baldarî hereket bike.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve û Sefîr Sedat Önal: “şirîkên ku emerîkayê di têkoşîna li dijî rêxistina terorî deaş’ê de tercîh kirin di navbera me û emerîkayê de bû sebeba lihevnekirinê. Çimkî hevkarên wê ypg’ya şaxa rêxistina terorî pkk ye. Nexşerêya minbicê, ji bo emerîka têkiliyên xwe yên bi ypg/pyd’ê re biqedîne firsetek e, modeleke nû ye.”
Sefîr Önal got di pêvajoya Astanayê de em bi Îran û Rûsyayê re xebitîn û li herêmê aramiyeke qismî pêk hat. Lê em li ser hin mijaran li hev nakin.
Di panelê de Koordînatorê Giştî yê SETA ‘yê Prof. Dr. Burhanettin Duran jî xeber da û got ji bo Minbicê planeke nû hewce dike.
Koordînatorê Giştî yê SETA ‘yê Prof. Dr. Burhanettin Duran: “Divê Tirkiye û emerîka ji bo minbicê planekê çê kin û vê planê li rojhilatê firatê bidin sepandin. Vekişîna emerîkayê ya ji sûriyê li herêmê pirsgirêkan derdixe. Rewşa penaberan, rewşa aktorên ji derveyê dewletê û pêşeroja rejîma esed. Divê li ser van mijaran bi tirkiyê re bixebite.”
Burhanettin Duran got Emerîka li qadê li gorî hevkariya stratejîk hereket nake.