Panelên tavê yên li ser zeviyan

Li ser kanalên avê panelên tavê tên çêkirin

Panelên tavê yên li ser zeviyan

Li Şanliurfayê hema hema rojeke bêtav tune ye. Ji bo vê yekê jî niha li Şanliurfayê li ser kanalên avê pergalên enerjiya tavê tên çêkirin. Ev pergal wê karê avdana erdan hêsantir û baştir bike.

Bajarê Şanliurfayê bi deşt û zeviyên xwe pir bi qedr û qiymet e.

Li bajêr hema hema bêjin li her derê zevî tên ajotin û çandin.

Her wiha bi pêşketina çandiniya modern di van salên dawî de li gelek deveran panelên tavê jî tên çêkirin.

Lewra li Şanliurfayê hema hema di her demsalê de her tim tav heye.

Ji bo vê yekê jî niha li ser kanalên avê panelên tavê tên çêkirin.

Bi saya vê yekê xaniyên derdorê jî wê bi vê enerjiye ronî bibin.

Ev enerjiya tavê bi taybetî wê ji bo avdana erdan were bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE